NAVÊ ŞERVANÊ YPG’Ê ORSETTI LI PIRTÛKXANEYÊ KIR

Şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orsetti ku di şerê dijî DAÎŞ’ê de li nava refên YPG’ê şehîd bû.
Navê Şevanê YPG’ê li pirtûkxaneya li stasyona trenê ya li bajarê Berceto ya Îtalyayê kir.

Şervanê YPG’ê Lorenzo Orsetti binasnav Têkoşer Piling di şerê dijî DAÎŞ’ê de li Rojava şehîd bû.

Navê şervanê YPG’ê bi biryara şaredarê Berceto û endamên meclîsa şaredariyê, li pirtûkxaneya stasyona trenê ya bajêr hate kirin.

Ji bo vekirina pirtûkxaneyê merasîmek hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.

Şaredarê Berceto Luigi Lucchi, Serokê Parma yê Komeleya Partîzan a Îtalyayê Aldo Montermini, şervanê berê yê YPG’ê Claudio Locatelli û bi navê Tevgera Kurdistanê ya Parma Serkan Xozatli û Nelly Bocchi li merasîmê axivîn.

Şaredar Luigi Lucchi di şexsê Orsetti de bi bîr xist, li dijî faşîzma Franko ya Spanyayê, 59 hezar enternasyonalîstên Îtalyayî berê tevlî têkoşînê bûbûn.

Lucchi, bang li her kesî kir ku li her qadê xwedî li têkoşîna mafdar a gelê Kurd derkeve.

Kesên axivîn bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan û banga xwedîderketina li vê berxwedanê kirin.

Leave a Reply

Back to top button