Artêşa Îsraîlê: Me 4 navendên Hamasê bombebaran kirin

Doh li herêma sînor a Xezayê ji ber pevçûna di navbera Filîstî û hêzên Îsraîlê de bi dehan kes birîndar bûn.
Îsraîl îdîa kir ku alozî bi zanebûn ji aliyê Hamasê ve hatiye derxistin..
Û di bin navê bersivdayînê de şevê din bi balafiran li hin navendên bajarê Xezayê dan..

Bi rasthatina salvegera 52’an a şewitandina Mizgefta Eqsayê, doh li Filîstînê xwepêşandan pêk hatin..

Çalakiya girseyî li herêma sînorê bajarê Xezayê pêk hat..

Weke her carê ji ber destwerdana hêzên Îsraîlê bi dehan kes birîndar bûn..

Rêveberiya Tel Ebîbê ragihand ku hejmareke ji polîsên wan bûne hedefa êrişên xwepêşandêran..

Û piştî Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz eşkere kir ku ew ê bersiva pêwîst bidin xwepêşandanan, şevê din balafirên Îsraîlê li bajarê Xezayê dan.

Artêşa Îsraîlê têkikldarî êrişê daxuyaniyek da û got,

Hamas bi zanebûn alozî peyda kiriye. Bi vê yekê xwestiye aramiya li herêmê têk bibe.

Weke mafê bersivdayînê, balafirên me li navendên Hamasê dan..

Di encamê de 4 navend û cebilxaneyên Hamasê hatin teqandin.

Heta niha nayê zanîn bê ka ji ber êrişa balafiran kuştî û birîndar hene an na..

Back to top button