Encamnameya konferansa Komeleya Gencanî Welatparêz hat eşkerekirin

Komeleya Gencanî Welatparêzî Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Kerkûkê konferansa xwe ya 4’an 20 mehê li dar xistibû.
Encamnameya konferansê hat eşerekirin.
Di rojeva ciwanan de azadiya Rêber Apo û têkoşîna li dijî dagirkeriyê hebû.

20’ê Tebaxê Komeleya Gencanî Welatparêzî Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Kerkûkê bi dirûşmeya “Bi ramanê Rêber Apo rêxistin dibin, îxanet û dagirkeriyê tine dikin” konferansa xwe a 4’an pêk anîn.

Têkildarî armanc û biryarên konferansê endamên rêveberiya giştî ya komeleyê ji ANF’ê re axivîn.

Ji rêveberên komelê Karzan Osman konferans li hemû ciwanên waletparêz ê Kurdistanê pîroz kir got;

Ev xebata me hewldaneke ji bo rêxistinkirina ciwanan a li Başûrê Kurdistanê ye.

Ji rêveberên Jinên Ciwan Şatû Mihemed anî ziman ku piştî gotûbêjên konferansê ya li ser dengdana endama weke encamnameya konferansê hatin diyarkirin.

“Azadiya Rêber Apo û şerê li dijî dagirkerê hedefa sereke ye”

Li gorî vê, çend xalên girîng wiha ne.

  • Bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo.
  • Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi her awayî bilindkirina têkoşînê.
  • Li ser bingehê yekîtiya neteweyî piştgiriya şoreşê ya li beşên din ên Kurdistanê bikin û li dijî wan aliyên ku xeta xiyanetê li Kurdistanê bingeh digirin û Kurdistanê difroşin bisekinin.
  • Piştgiriya Xwerêveberiya Şengalê.
  • Ji bo azadiya girtiyên ku di çarçoveya azadî û mafê gel li her çar beşên Kurdistanê têdikoşin û li ber xwe didin, heta dawiyê têbikoşin.
  • Li dijî her cure qirkirina çandî têkoşîna xwe didomînin.
  • Ji bo pûçkirina şerê taybet û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û ji bo hişyarkirina ciwanan li hemberî êrişan, karekî bîrdozî û çalakiyên cur bi cur birêve bibin.
  • Ji bo rêxistinkirina xebatên werzişî yê alternatîf li hemû herêman dest bi kar bikin.
  • Pêşxistina pêwendiyan bi ciwanên ji neteweyên din re.
Back to top button