Meclisa Heres El-Xabûr: Dewleta Tirk komkujiyên DAIŞ’ê dubare dike

Meclisa Heres El-Xabûr a Asûrî diyar kir ku dewleta Tirk li Til Temirê û gundên wê êrişên qirkirinê pêk tîne û dixwaze komkujiyên DAIŞ’ê dubare bike.

Meclisa Heres El-Xabûr têkildarî êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek da û got:

“Piştî çeteyên dewleta Tirk têk çûn, dewleta Tirk qonaxeke nû ya êrişan da destpêkirin.

Bi êrişên hovane ku dewleta Tirk di demên dawî de li ser herêmê pêk tîne, dixwaze komkujiyên DAIŞ’ê dubare bike.

Divê civaka navneteweyî derbarê êrîşên li ser herêmê bêdeng nemîne.”

Hat diyar kirin weke hêzên Meclisa Heres El-Xabûr a Asûrî ewê parastina gel û tevahî herêmê ji terorê bikin.

Back to top button