Kongra Star bi daxuyaniyekê bang li şêniyên herêmê kir ku li dijî êrîşên dagirkeran dakevin qadan.
Kongra Star êrîşên deweleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kir û sersaaxî ji malbatên şehîdên êrîşan re xwst.
Kongrê diyar kir ku ew bi her awayî hewl didin li herêmê ewlehî û aramiyê pêk bînin û got,
”Dewleta Tirk jî bi hemû rêbazên xwe yên şer êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û Şengalê dike”.
Kongra Star bang li hemû gelê herêmê kir ku dakevin qadan û bi hemû rêbazan li hemberî dagirkeran bisekinin.
Her wiha bang li welatên garantor ên li herêmê jî kir ku hemberî êrişên ne-exlaqî yên li dijî gel, xwedî helwest bin.