Tevî ku beşa bijîşktiyê dixwîne, lê mûzîk û hunera Kurdî bala wê dikişîne

Sema Hisên a ji bajarê Hesekê, tevî ku beşa bijîşktiyê li zanîngeha rojava dixwîne, lê mûzîk û hunera kurdî her tim bala wê dikişîne.
Lewra ew ji ber ji xêzkirina wêneyan hez dike odeya xwe veguherandiye pêşangeh.

Sema Hisên a 21 salî ye û gelek ji hunerê hez dike..

Wê zaroktiya xwe heya temenê 18 salî li Siûdiyê derbas kiriye. lê piştire vegeriya warê xwe Hesekê bakûr û rojhilatê Sûrî.

Niha Sema li zanîngeha Rojava beşa bijîşkî dixwîne, lê her tim mûzîk û hunera kurdî bala wê dikişîne.

Lewra wê ji zaroktiya xwe de hem li tembûrê dide û hem jî wêne xêz dikirin.

Şoreşa rojava ji bo wê şansek bû, di riya wê de xewn û xeyalên xwe pêk anî û cara yekem wêneyên ku bi destên xwe xêz dikir beşdarî pêşangehê dibe.

Ji ber hezkirina xêzkirina wêneyan sema odeya xwe veguherandiye pêşengeh

Sema ji ber ku ji xêzkirina wêneyan hez dike odeya xwe vediguherîne pêşangehê..

Sema xêzkirina wêneyan beşek girîng ji kesayeta xwe dibîne, lewra ew nikare jê dûrkeve.

Sema anî ziman ku ew dema xwe bi rêxistin dike, lewra bi hev dikare hem xwendin û hem jî hunera xwe diparêze.

Mijarên ku mirov xêz bike pir in lê ya ku herî zêde bala Sema kişand hunermenda Kurd Xecê ye.

Sema Hisên diyar kir ku ew dixwaze di pêşerojê de pêşangehek wê ya taybet çêbibe, bibe bijîşkek û bi rengekî pispor li tembûrê bide.

Back to top button