Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269’an de dewam dike

Berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi biryardariyeke mezin di roja 269’an de dewam dike. Parêzer Destîna Yildiz diyar kir li dijî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, helwesta kêfî ya rêveberiya girtîgehê dewam dike. Hikumet jî li şûna ku gavê biavêje, bi zêdekirina erkê rêveberiyê hewl dide pêşî li çalakiyê bigire. FILM

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, bi koma 49’emîn di roja 269’an de li ber xwe didin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê jî di roja 248’an de ye.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî 231 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Parêzer Destîna Yildiz: Li girtîgehan cezayên disîplînê zêde dibin

Hevseroka Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Destîna Yildiz çalakiyên grevê nirxand û kirinên rêveberiyên girtîgehê rexne kir.

Destîna Yildiz got:

Piştî bidawîbûna dora çalakiyê, xwarina normal ji girtiyan re tê dayin ku ev yek jî bandoreke neyînî li tenduristiya girtiyan dike.

Di mijara xwarinê de divê bi baldarî tevbigerin. Ev yek di asta jiyanî de girîng e, lê ne xema rêveberiyên girtîgehan e.

Parêzer Destîna destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan tevî ku bi rewşa tenduristiyê ya girtiyan re eleqedar nabe, her wiha cezayên dîsîplînê jî zêde kirine û wiha domand:

Cezayên dîsîplînê roj bi roj zêde dibe. Ev yek rastiyeke, yê ku divê bi baldarî û girîngî nêzî mijarê bibe rêveberiyên girtîgehan nîne, hikumet bi xwe ye.

Hem em hewl didin deng û daxwazên muwekîlên xwe, hem jî ew bi çalakiya xwe hewl didin dengê xwe bigihînin raya giştî.

Back to top button