Cîhan li hemberî qedera metirsîdar bê deng e

Ji 15’ê Tebaxê ve roja ku Talîbanê paytexta Efxanîstanê Kabulê bidest xist, gelê Efxan di nava tirs û xofê de ye..
Û tenê yek hêviya wan maye..
Ew jî vekirina deriyên balfirgehê, da ku rêyeke revê ji xwe re bibînin..
Di serî de Amerîka û Ewrûpa, tevahiya cîhanê li hemberî qedera ne-diyar a gelê Afgan xwe li bêdengiyê danî ne..

Her çendî bi awayekî zelal nayê eşkerekirin jî, lê eşkere bû ku Efxanistan di encameke lihevkirinê de radestî Tevgera Talîbanê hate kirin..

Tişta balkêş ew e ku, aliyên ev peyman amade û erê kirine, derdora 20 sal in Talîban weke rêxistineke terorîst binav dikin..

Û niha hem eşkere û hem jî veşartî gelek ji van welatan peyamê didin ku, ew ê hevdîtinan li gel Talîbanê pêk bînin..

Ji bo kiraseke cûda li van hewldanên xwe bikin jî dibêjin, armanca hevdîtinan tenê misogerkirina ewlehiya jiyana mirovan e..

Di vî warî de herî dawî Seroka Konseya Yekîtiya Ewrûpayê Urzûla Von der Leyen daxuyaniyek da…

Von der leyen, di serdana xwe a Spanyayê de piştrast kir ku, danûstandinên wan li gel Tevgera Talîbanê hene..

Seroka Komîsyona Yekîtiyê bi van gotinan helwesta Ewrûpa a li hemberî rewşa Efxanistan û Talîbanê parast:

Hevdîtinên li gel Talîbanê bi ti awayî nayên wateya naskirina vê rêxistinê.

Di rewşa heyî de ya ji bo me girîng, hêsankirina rêya rêve ji bo kesên jiyana wan di xeteriyê de ye.

Urzûla Von Der Leyen anî ziman ku, encam çi dibe bila bibe, ew neçarin alîkariyên xwe ên mirovî dewam bikin û wiha got;

Şertê me di vî warî de ew e ku, mafê jin û mirovan neyê binpêkirin.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sançêz jî îdîa kir ku, hewldanên civaka navneteweyî yên ji bo Efxanistanê ne pûç bûn û got,

tişta hatî kirin, wê rê li ber azadiya gelê Efxan veke..

Bi hezaran kes li benda vekirina rêya revê ne

Li aliyê din di nava rewşa aloz û nediyar a welat de, hê bi hezaran kes berê xwe didin Balafirgeha paytext Kabulê..

Hêvî û bendewariya wan ew e ku, rêya rev û xelasiyê ji wan re were vekirin..

Kesên nikarin xwe bighînin balafirgehê jî berê xwe didin sefaretên welatên biyanî, da ku destûra derketinê ji wan bigrin..

Lê verovajî vê daxwazê, encamên giran jî xwe didin der..

Doh di nava qelebalixiyeke mezin de 7 Efxan jiyana xwe ji dest dan..

Ji ber vê rewşê Amerîka ku qaşo li parastina balafirgehê berpirsiyar e, eşkere kir ku ew ê herêmê ji bo 48 saetan li hatinan bigre..

Back to top button