”Li Hemberî Qirkirina Jinê Têkoşînê Mezin Bikin”

Festîvala 8’an a Sakîne Cansiz îro li Swîsreyê hat lidarxistin.
Festîval bi şîara “Li Hemberî Qirkirina Jinê Têkoşînê Mezin Bikin” pêk hat.
Ji gelek dever û welatên din, jin di festîvalê de gihiştin hev.

Li Swîsreyê bi pêşengiya jinên Kurd Festîvala 8’an a Sakînê Cansiz hat lidarxistin.

Di organîzasyona festîvalê de 38 sazî û rêxistinên jinan cih girtin.

Festîval îsal diyarî Denîz Poyraz hate kirin. Poyraz di êrişa li ser avahiya HDP’ê ya bajarê Îzmîrê de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû kuştin.

Festîvalê bi axaftina endamên Tevgera Jinê ya Swîsreyê Hediye Mûnzûr û Fîdan Guler dest pê kir

Festîval li meydana 1’ê Gulanê ya Zurîhê pêk hat û ji gelek deveran û beşên cuda yên civakê, jin beşdar bûn.

Bernameyeke dewlemend a festîvalê hebû û qad bi posterên têkoşerên jin ên Kurd û cîhanê hatibû xemilandin.

Festîval sibehê destpê kir tevahiya rojê bi coş dewam kir.

Di çarçoveya festîvalê de panelên der barê jinan, şer û penaberiyê de hatin dayîn.

Li ser dika festîvalê jî hunermendên jin stran û hunerê xwe pêşkêş kirin.

Back to top button