Balafrên keşfê li pêş mala birîndaran ya li Qamişlo li erebeyekê dan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.
Li Kobanê û Qamişlo li dijî erebeyan bi balafiran êrîş hatin kirin.
Her wiha dagirker li herêmên dagirkirî jî, dibistanan veduguherînin bargehên leşkerî.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrîşên xwe yên li dijî herêmê bê navber didomînin.

Îro nîvro balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li erebeyeke li pêşiya mala birîndaran a li gundê Hîmo yê li Qamişlo dan.

Dewlata Tirk li Kobanê erebeyek sivîl bombebaran kir

Duh bi şevê jî balafirên keşfê yên dawleta Tirk erebeya welatiyê bi navê Abdullah Çîman Hemê yê ji gundê Qere Mezra yê Kobanê bombebaran kirin.

Di derbarê êrîşê de Abdullah Çiman ku ji ANHA’yê re axivî û got;

“Dagirkeriya Tirk dixwaze tirsê di nava sivîlan de belav bike da ku herêmên xwe vala bikin.”

Dewleta Tirk mal û dibistanan dike baregehên leşkerî

Li aliyê din dagiker li ser xetên şer ên Girê Spî û Eyn Îsayê jî hejmara baregehên xwe yên leşkerî zêde kirine.

Hat gotin hejmara van baregehan ji 5’an derxistine 12’an.

Dagirekeran gelek malên welatiyên Girê Spî û dibistan veguherandine baregehên leşkerî.

Komîteya Perwerdeyê ya Kobanê: Zêdetirî 20 dibistan ji ber topbaranê hilweşiyan

Berdevkê komîteya Perwerdê ya kantona Kobanê Salih Misê axivî û got,

“Di pêvajoya du salên derbasbûyî de, ji ber ku hin gund li ser xeta şer bûn zêdetirî 20 dibistan ji ber topbaranê bi temamî hilweşiyan.

Misê bêdengiya navnetewî ya li hember veguherandina dibistanan weke baregehên leşkerî şermezar kir.

Misê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên parastina mafên zarokan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bê deng nemînin.

Back to top button