MSD’ê bang li Civaka Navnetewî kir ku dagirkeriya Tirk li ser êrîşan muhasebe bikin

Meclisa Sûriya Demoqratîk MSD’ê bi daxuyeniyekê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkir.

Meclisa Sûriya Demoqratîk da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser herêmê zêde kirine.

Di encama êrişên li ser bajarê Qamişlo û Til Temirê de gelek şehîd û birîndar çêbûn.

MSD’ê êrîşên terorîst ên dewleta Tirk bi tundî şermezarkirin û da xuyakirin ku ew van êrîşan hildigrin ser hikumeta Rûsyaya Federal.

Meclisa Sûriya Demokratîk diyar kir ku dagirkeriya Tirk sûcên dermirovî li dijî niştecihên resen yên li herêmên dagirkirî pêk tîne da ku ewlehiya herêmê xirab bike û terorê li cîhanê belav bike.

Li ser vê yekê MSD’ê bang li Koalîsyoa Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, di serî de Dewletên Yekbûyî û civaka navnetewyî kir ku li hemberî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê helwesteke cidî nîşan bide û wê muhasebe bikin.

Back to top button