Artêşa Tirk êrişên li dijî herêmê zêde dike

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên Til Diyab û Eradyê yên navçeya Zirgan toparan kir.

Duh, Tirkiyaya dagirker gundên Til Diyab û Eradyê ên navçeya Zirganê bi dijwarî topbaran kir.

Hemwextî artêşa Tirk bi hawn, tank û topan gundê Derdara yê navçeya Til Temirê a li ser rêya Zirganê topbaran kirin.

Dagirkeriya Tirk gundên Şera topbaran kir

Ji bilî êrîşên li ser Zirgan û Til Temir dê êrîşa li ser Efrînê jî berdewam e.

Duh, artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Elqemiyê û Irşadiyê yên navçeya Şera ya Efrîna kir armanc û bi dijwarî da ber topan.

Derbarê ziyanên topbaranan de ti agahî nehate bidestxistin.

Back to top button