Asayiş: Di êrişa li ser mala birîndaran ya Qamişlo de fermandarek 2 rêveber birîndar bûn

Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk li ser Mala Birîndaran a li Qamişlo pêkanî de fermandeyek û 2 rêveber birîndar bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê- Asayîş
derbarê êrîşa hewayî ya ku duh li qundê hêmo li ser mala birîndaran de pêk hat daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Dewleta Tirk a dagirker êvara Şemiyê 21’ê Tebaxê bi balafireke bêmirov li başûrê bajarê Kobanê li erebeyeke sivîlan da.

Paşê careke din erebeyeke sivîlan a ku fermandar Zîb El-Eswed tê de bû kir armanc.

Fermandar Zîb El-Ewsed ji bajarê Kobanê ye, di gelek pêngavên li dijî DAIŞ’ê de cih girt.

22’yê Tebaxê dema ku fermandar Zîb El-Eswed serdana navenda birîndaran a li bajarê Qamişloyê dikir erebeya wî hate hedefkirin.

Di encamê de ew û du sivîlên ji rêveberên mala birîndaran birîndar bûn.

Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.”

Di dawiya daxuyaniyê de fermandariyê bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê kir ku bi erka xwe ya garantoriyê rabin.

Back to top button