Zelîxe Ebdî: Tirkiye dijminê herî mezin û kevin ê gelê Sûriyê ye

Zelîxe Ebdî, Cîgira serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê dibêje ” Dewleta Tirk dijminekî kevin e û tu carî nabe dostê gelê Sûriyê.”

Zelîxe Ebdî balkişand li ser rola dewleta Tirk di kûrkirina aloziya Sûriyê de û anî ziman ”Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk bi hemû hêza xwe çeteyên xwe derbasî xaka Sûriyê dike.”

Zelîxe eşkere got “Dewleta Tirk ji bo alîkariyên navneteweyê yên ku ji penaberan re têne şandin, qezenc bike, bi milyonan penaberên Sûrî pêşwazîkirin.”

Her wiha diyar kir ev penaber tenê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên li derve bi kar tîne, wan biçek dike û dike çete û dosyaya penaberên Sûrî wekî kaxezeke zextê li dijî dewletên Ewropa bi kar tîne.

Dawiyê, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, Cîgira serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê projeya nenavendîbûn çareseriya herî guncaw dît.

Back to top button