Radyoya “Dicle FM” dest bi weşandinê kir

Dicle FM piştî amadekariyên teknîkî û temamkirina hejmara kadryoyên ragihandinê dest bi weşana fermî kir. MIX

Gerînendeyê Radyoya Dicle FM Melevan Resûl diyar kir ku ew bêalîbûnê bingeh digirin û bi rêya belavkirina çanda hemû pêkhateyên herêmê, hewl didin jiyaneke hevbeş ava bikin.

Resûl diyar kir ku Dicle Fm yek ji berhemên Şoreşa Rojava ye.

Berpirsa beşa Kontrolê di radyoyê de Renda Hesen da zanîn tevî bernameyên cur be cur her serê saetekê nûçe jî wê werin pêşkêşkirin.

Dicle Fm li ser pêla 89. 7 ji saet : 07:00`an heta 22:00’an weşanê dike û li tevahiya herêma Cizîrê, navenda Şengalê, Cizîra Botan, Dihok, Cudî û Gabar dikişîne.

Back to top button