Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen 75 roj in revandî ye

75 roj li ser revandina Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, derbas bû.

29’ê Tîrmehê; 2 endamên PYD’ê ku ji aliyê PDK’ê hatibûn revandin, piştî 50 rojan serbest hatin berdan, lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen tevî rewşa wî ya xerab hîna jî revandî ye.

Berî niha ji aliyên fermî gelek bang ji bo serbestberdana an jî naskirina rewşa wî hatin kirin, lê hemû jî bê bersiv man.

Heta niha rayedarên PDK’ê tu agahî derbarê rewşa wî de nedane.

Back to top button