Li Tennessee ji ber lehiyê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li herêma Tenese ya Amêrkayê, 21 kesan jiyana xwe ji ber lehiyê ji dest da û gelek wenda hene.

Roja Yekşemê Rêverberiya herêma Amêrîka di daxuyaniyekê de ragihand ku ev lehiye di encama barana dijwar de qrewimî .

Têkildarî Lehiyê Rêverberê Polîsa herêmê Grant Gillespie di konfirasek çapemeniyê de da zanîn ku li bajarê yê girêdayî kantona humphries 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Grant Gillespie destnîşan kir ku wan mirovekî din li gundewarên bajêr dît jiyana xwe ji dest dabû.

Hêjayî gotinê, ku biriya niha Rêverberiya Tenduristiyê herêma Tenese bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku 16 kesên din ku jiyana xwe ji dest dabûn dîtin û diyar kir ku ew texmîn dikin hin gelek kesên din jî windayî hene.

Back to top button