Reşad Gelalî: PDK li çiyayê Qereçoxê piştgiriyê dide DAIŞ’ê

Cîgirê Berpirsê Malbenda 3. a YNK’ê ya Mexmûrê Reşad Gelalî, anî ziman ku li çiyayê Qereçoxê ti pirsgirêk navbera DAIŞ û PDK’ê de tune ne.

Reşad Gelalî got Hêza 80’yî yaReşad Gelalî got Hêza 80’yî ya PDK’ê destekê dide çeteyên DAIŞ’ê û heya niha ti pevçûn di navbera wan de derneketine.

Gelalî diyar kir ku xelkê Qereçoxê, eger rûbirûyî DAIŞ’ê neyên, ti metirsiya kontrolkirina ya dawî bo wê deverê nîne.

Reşad Gelalî da xuyakirin ku Çeteyên DAIŞ’ê li herêma navbirî ji cotyar û şivanan re kêşeyan derdixin.

Gelalî dawiyê û li gor agahiyên li gel, eşkere kir DAIŞ xwe ji bo êrîşkirin û kontrolkirina Mexmûrê amade dike û heya niha ti pevçûn di navbera wan û hêzên PDK’ê de derneketiye.

Back to top button