Nûrî Mehmûd: Artêşa Tirk ji Yekîtiya Ewrpoayê û NAIO’yê pêştgiriyê werdigire

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd eşkere kir dewleta Tirk dewleta Tirk ji Yekîtiya Ewerpoa û NATO’yê piştgiriyê werdigre. Nûrî Mehmûd got: Dewleta Tirk van derfetên heyî li dijî gelên herêmê yên ku dixwazin bi rengekî azad, demokrat jiyan bikin bi kar tîne.

“Kirinên dewleta Tirk ne tenê li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li ser tevahî Rojhilata Navîn metirsiyeke mezin e.” Bi vê gotinê berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bal kişand ser êrîş û kirinên dewleta Tirk li herêmê.

Demên dawî li dijî gelek deveran jê, Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, herêmên Başûrê Kurdistanê, Şengal û Şehbayê zêde û dijwar bûne.

Berdevkê YPG’ê Nûrî mehmûd der barê van êrîşan armanc û planên Tirkiyeya dagirker ji ajansa nûçeyan Firatê re nirxandin kir.

Nûrî Mehmûd piştrast kir bi pêşengiya gelê kurd projeya demokratîk hat afirandin û wê gaveke mezin di vî warî de bê avêtin.

Der barê destek û piştgiriya ji Tirkiyê re tê dayîn jî, Nûrî Mehmûd tekez kir Artêşa Tirk ji Yekîtiya Ewrpoayê û NATO’yê pêştgiriyê werdigire û bêdengiya hêzên garantor li hember êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kir.

Dawiyê berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd piştrast kir kirinên Tirkiyê ne tenê ji bo Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn metirsiyeke mezin e.

Back to top button