Almanya: Li balafirgeha Kabulê endamekî ewlehiya Efxanî hat kuştin

Li ber balafirxaneya Kabulê navbera nenas û ewlehiya Efxanî şer derket û endamek hat kuştin. Amerîka ji bo veguhastina Efxanan bo herêmên biewle, 18 balafiran dişîne û got dibe ku dema derxistinê dirêj bibe.

Piştî çend rojan ji serweriya Talîbanê, Efxanistan û welatiyên xwe, di rewşeke kambax û nediyar de ne.

Piştî kontrolkirina Talîbanê bo seranserê Efxanistanê, aloziya derketî û rêkarên derxistina gelek dewletan bo Efxanan hê jî berdewam in.

Artêşa Almanî ragihand ku li ber balafirxaneya Kabulê di navbera hêzên Efxanistanî û êrîşkerên nenas de pevçûn rû dan û eşkere kir di encamê de endamekî ewlehiyê hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Hikûmeta Japonî jî destnîşan kir ew ê îro Duşemê balafireke leşkerî ji bo vegerandina rewenda xwe bişîne Kabulê.

Pentagon: 18 balafir dê beşdarî xebatên veguhastina Efxanan bibin

Ji aliyê xwe ve Pentagonê jî got ew ê bi 18 balafiran beşdarî karê veguhastina kesên derxistî bibin û wan bibin herêmine ewledar.

Talîban: Amerîka dikare ta 11’ê Îlonê rêkarên derxistinê bidomîne

Talîbanê der barê dema bidawîbûna derxistina Amerîkayê bo hêzên xwe de diyar kir ku ya dawî dikare ta 11’ê Îlonê vê yekê bidomîne û soza êrîşnekirinê da wê..

Joe Biden: Ne dûr e em dema derxistinê dirêj bikin

Serokê Amerîkî Joe Biden anî ziman ne dûr e ew ji bo derxistinê dema diyarkirî dirêj bikin û got:

“Eger Koma Heft Welatan (G7) lûtkeyeke onlayn li dar bixe, em ê dema dirêjkirina pêngava derxistinê gengeşe bikin”.

Rûsya: Eger Talîban neyê guhartin em ê wê nas nekin

Talîban di karê avakirina hikûmeta nû de dewam e û her kes jî li bendê ye ku berevajî şêweyê berê be.

Rûsyayê di vê çarçoveyê de, destnîşan kir ew ê Talîbanê ji “lîsteya teror”ê dernexe û desthilata wê nas neke, eger a dawî gavên pratîkî neavêje.

Back to top button