Greva birçîbûnê li zindanên Tirkiyê di roja 270. De ye

Çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo ên li zîndanên dewleta Tirk di roja 270’yî de dewam dike.
Her wiha Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Apo 10 sal in li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin dewam dike.
Jinên Kurd ên li Rûsyayê jî li dijî tecrîda girankirî ya ser Rêber Apo çalakiyek pêk anîn.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin bi koma 49’an di roja 270’an de li ber xwe didin.

Ji 14’ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan carekê bi awayekî bidorveger çalakiya greva birçîbûnê didomînin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê jî di roja 249’an de ye.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî 232 roj in di çalakiya xwe dewam dikin.

Nobeta Azadiyê ji aliyê endamên Sîwana Meclisa jinên Êzidî tê meşandin

Li aliyê din jî, Nobeta Azadiyê, a ji bo Rêber APo 10 sal in li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin dewam dike.

Nobet vê hefteyê ji aliyê endamên Sîwana Meclîsên Jin ên Êzidî tê meşandin.

Nobeta azadiyê di hefteya 479’an de ye.

Komê diyar kir ku muxatabê çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye û heta ku Rêberê APO azad bibe têkoşîna wê dewam bike.

Jinên Kurd ên li Rûsyayê tecrîd şermezar kir

Jinên Kurd ên li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê jî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Back to top button