Talîban li dije ku dema mayîna hêzên biyanî were dirêjkirin

Piştî ku paytext Kabul ji aliyê Tevgera Talîbanê ve hate kontrolkirin, rewşa li Efxanistanê her diçe aloztir dibe.
Bi deh hezaran mirov li bendê ne ku ji welat derkevin.
Hêzên cîhanî jî di bin navê derxistina van kesan difikirin ku dema hebûna xwe li Efxanistanê dirêj bikin.
Lê Talîbanê li dijî vê yekê ye

Ji 15’ê Tebaxê roja kontrolkirina paytext Kabulê, aqûbeta ne diyar a Efxanistanê dewam dike..

Ji aliyekî fikar û tirsên gel ji desthilata Talîbanê, li aliyê din jî xemsariya hêzê cîhanî û helwesta wan a ne-diyar li hemberî qedera welat û gel..

Herî dawî ji ber zêdebûna nerazîbûnên civaka navneteweyî, Amerîka eşkere kir ku ew plan dikin dema hebûna eskerên xwe li Kabulê dirêj bikin..

Birîtanya jî eşkere ji Waşîngtonê xwest ku di rewşa heyî de artêşa xwe ji Efxanistanê bi temamî dernexîne..

Lê ji niha ve xuya ye ku wê ev daxwaza wan ji aliyê Talîbanê ve bi hêsanî neyê pejirandin..

Lewma berdevkê polîtburoya tevgera Talîbanê Sûheyil Şahîn têkildarî mijarê ji kanala Sky Newsê re eşkere kir ku ew ê daxwaza dirêjkirina hebûna hêzên biyanî li Efxanistanê qebûl nekin..

Şahîn anî ziman ku Amerîka soz dabû ew û heta 31’ê Tebaxê tevahiya hêzên xwe ji welat derxîne û wiha got:

Dîroka 31’ê Tebaxê ji bo me xeta sor e. Eger ev yek bicih neyê, wê demê hebûna wan tê wateya dagirkeriyê û wê rê lki ber nerazînên nû veke.

Talîban amadekariya êrişê li dijî Pencşîrê dike

Di vê navberêç de Talîban a ku piraniya Efxanistanê kontrol kiriye, amadekariya êrişa li dijî herêma Pençşîrê dike.

Fermandarê hêzên li herêmê, Ahmed Mesûd doh ragihand alîgirên pirsgirêk bi riya diyalogê çareser bikin û wiha got:

Em dixwazin meselê bi rêyên aştiyane çareser bikin. Ji bo vê lazime Talîban dest ji tûndiyê berde. Berovajî eger niyeta wan êriş be wê demê em jî liberxwe bidin.

Ji ber ku banga Ahmed Mesûd bê encam ma, Talîbanê eşkere kir ku ew amadekariya kontrolkirina Pencşîrê dikin..

Back to top button