KCK: Li hemberî sûcên şer bêdeng nemînin!

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê bang li saziyên navneteweyî kir da ku li dijî êriş û sûcên şer ên dewleta Tirk tavilê bikevin nava liv û tevgerê.
KCK’ê bal kişand ser bêdengiya nav dewletî û got, “Bêdengî dikuje, her bêdengî rê li ber komkujiyên nû vedike.”

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ya der barê sûcên şer ên dewleta Tirk de bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, sendîka û xebatkarên tenduristiyê, komeleyên mafê mirovan, înîsiyatîfa aştiyê, Komîsyona Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê kir.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de êrişa balafirên şer a dewleta Tirk 17’ê Tebaxê biribû ser Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê şermezar kir ku tê de 8 kes şehîd bûbûn. Di nava şehîdan de xebatkarên tenduristiyê, sivîl û zarokek jî hebû.

KCK’ê sersaxî ji malbatên şehîdan, civata tenduristiyê û gel re, û şîfa xêrê ji birîndaran re xwest.

KCK sûcên şer ên berê dewleta Tirk li temamê Kurdistanê, nexasim li Şengal, Mexmûr û Rojava bi bombebaranan û reşkujiyan kirî bi bîr xist û van sûcan weke sûcên li dijî mirovahiyê destnîşan kir.

KCK: Bêdengî dihêle tevkujî bibin

KCK’ê îşaret bi bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk kir û bang li raya giştî kir:

Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemîne. Heta ku ev bêdengiya tirsnak dewam bike, wê ev komkujî jî dewam bikin.
Ya dihêle ev hovîtiya dewleta Tirk dewam bike û hiqûqa navneteweyî li ber çavan bê binpêkirin bêdengiya saziyên navneteweyî ye, helwesta hevpar a siyasî ya hêzên navneteweyî ye, bi taybetî helwêsta Emerîkayê ye. Wezîfeya mirovî ya her kesî ye ku dawî li vê bêwijdaniyê, bêexlaqiyê bîne.

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî bang li bijîşkan û kedkarên tenduristiyê kir ku bi şîara ‘Bes e ji sûcên şer’ ên bêhejmar ên dewleta Tirk a faşîst re, li dijî faşîzmê seferber bibin.”

Back to top button