Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê şehîd Rênas Roj û Egîd Girkê Legê bibîranîn

Bi sedan welatiyên navçeya Çilaxa, Girkê Legê, Dêrikê bi merasîmekê şehîd Egîd Girkê Legê û Rênas Roj bibîranîn.
Di merasîma sersaxiyê ya şehîdan de hat destnîşankirin ku bi fedakariyên şehîdan wê civakeke azad a demokratîk were avakirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa, Girkê Legê, Dêrikê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Egîd Girkê Legê û Rênas Roj bûn ku di 19’ê Tebaxê de di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûbûn.

Merasîm li Navenda Çandê ya bajarokê Rimêlanê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Tacedîn Reşîd axivî û sersaxî da malbatên her du şehîdan.

Tacedîn Reşîd got:

“Em bi saya şehîdan di nava ewlehiyê de dijîn.”

Reşîd diyar kir ku şehîdan hevgirtin û jiyana hevbeş a pêkhateyan xurtir kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û berxwedana şehîdan hat silav kirin.

Back to top button