Hesen Reşo: Em ê dijî dagirkeriyê rêxistinbûna xwe xurtir bikin

Hesen Reşo ku di êrîşa Tirkiyê ya 17’ê tebaxê ser nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê Şengalê birîndar bû got: Tenê armanca Tirkiyê tinekirina civaka Êzidî ye.
Desteya Oldarên Êzidiyan jî bang li NY, saziyên mafê mirovan û hikûmeta Iraqê kir ku rê li ber êrîşên dewleta Tirk bigirin.
Parlamenterê Iraqê yê Hevpeymana Fetih Mihemed Kerîm jî xwest ku ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Iraqê zext werin kirin.

Dewleta Tirk 17’ê tebaxê bi balafirên şer êrişî nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê Şengalê kiribû.

Di encama êrişê de 8 kes şehîd û 4 kedkarên tenduristiyê jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê nerazîbûnên mezin hatin nîşandan. Lê rayedarên dewleta Tirk idîa kiribûn ku cihê hatiye bombebarankirin ne nexweşxane ye.

Têkildarî mijarê, Hesen Reşo ku li gel 3 hevalên xwe yên tenduristiyê ji komkujiyê bi birîndarî xilas bibûn ji Rojnewsê re axivî.

Hesen Reşo got ku tenê armanca Tirkiyê tinekirina civaka Êzidî ye û got ku ew ê dijî dagirkeriyê rêxistinbûna xwe xurtir bikin.

Desteya Oldarên Êzidiyan banga rawestandina êrişan kir

Endamên Desteya Oldarên Êzidiyan jî çûn Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwdan û serdana gorên şehîdên komkujiya dewleta Tirk kirin.

Oldarên Êzidiyan li ser gora Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen ku di êrîşa 16’yê Tebaxê de şehîd bibû daxuyanyek da.

Li ser navê Desteya Oldaran Şêx Elyas axivî û bang li Neteweyên Yekbuyî, saziyên mafê mirovan û hikûmeta Iraqê kir ku rê li ber êrîşên dewleta Tirk bigirin.

Parlamenter Mihemed Kerîm: Divê ji bo derxistina Tirkiyê li Iraqê zext werin kirin

Parlamenterê Iraqê yê Hevpeymana Fetih Mihemed Kerîm jî, ji medya Iraqê re axivî û nerazîbûn nîşanî serdana Wezîrê Parastinê yê Iraqê bo Tirkiyê da.

Mihemed Kerîm got ku li şûna ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê ji bo derxistina hêzên Tirk nava Iraqê bi Tirkiyê re li hev bike, lihevkirina leşkerî bi wan re dike.

Kerîm destnîşan kir ku divê ji bo derxistina leşkerên Tirk zext were kirin.

Parlamenterê Iraqê yê Hevpeymana Fetih Mihemed Kerîm got:

“Ya ku rû dide ecêb e, çawa Iraq dikare bi welatek ku serweriya wê binpêdike re, li hev bike. Ev yek radestkirina kilîda ewlekarî ya Iraqê a ji bo Tirkiyê ye.”

Back to top button