Di nava mehekê de li Rojhilatê Kurdistanê 7 kes hatin darvekirin û 7 jin jî hatin kuştin.
Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê derbarê binpêkirinên mafê mirovan yên ji aliyê rejîma Îranê a li Rojhilatê Kurdistanê, raporek weşand.
Li gorî raporê ji 23’ê Tîrmeha 2021’an heya 23’yê Tebaxê, li Kirmaşan, Sine û Urmiyê di encama êrişên hêzên Îran yên li ser Kolberan de, 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan û 12 kolber jî birîndar bûn.
Hate gotin ku 2 kolber jî di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dane û kolberek jî birîndar bûye.
Di dewam raporê de tê gotin;
Li girtîgehên Urmiye, Kirmaşan, Kerec û Esfehan, 7 Kurd hatine darvekirin.
Ji yên hatine darvekirin yek jê zarokê (15) salî ye.
Di raporê de behsa kuştinên jinan hate kirin û hat gotin, li Sine, Serdeşt, Merîwan û Seqiz 7 jin hatine kuştin.
Hat gotin, 100 welatî û çalakvan jî hatine binçavkirin.