HPG: Gerîlla li Xakûrk û Zapê li hêzên dagirker dan

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê eşkere kir ku gerîllayên wan li herêmên Xakûrk û Zapê li hêzên artêşa Tirk dane..
Di rêze çalakiyan de kuştiyên artêşa Tirk çêbûn û gelek çeperên wan hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî encama şer û çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da..

Navendê diyar kir ku, gerîllayên wan li dijî hêzên artêşa Tirk rêze çalakî pêk anîne û ev agahî parve kir:

18’ê Tebaxê li Girê Şehîd Şahan ê girêdayî herêma Xakûrkê, gerîlla bi çekên giran li çeperên artêşa Tirk dan..

Li herêma Zapê jî, roja 21’ê Tebaxê li dijî eskerên li qada Cîloyê Biçûk bicih bibûn, çalakiya sekvaniyê hat lidarxistin..

Di encamê de eskerek hate kuştin.

Têkildarî rewşa herêma Avaşîn jî navenda ragihandinê ya HPG’ê ev agahî dan:

22’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker piştî bombardimana herêma Girê Sor, xwest ber bi qadên berxwedana gerîlla ve pêşde were.

Lê di ecnama bersivdayînê de ve hewldan pûç bû û eskerên Tirk neçar man paşde biçin.

Ji êvara heman rojê heta sibeha 23 Tebaxê, artêşa Tirk, ji qereqolên xwe ên sînor bi çekên giran devera Werxelê topbaran kir.

Dîsa li qada Werxelê artêşa Tirk 22’ê Tebaxê bi bombeyan êrişî tûnelên şer kir û xwest pêşde were.

Lê gerîlla rê nedan eskeran.

Li herêma Metînayê jî 22’ê Tebaxê devera Girê Çarçel ji aliyê balafirên şer ve hate bombebarankirin.

Heman rojê li Zapê jî helîkopterên şer êrişê deverên Tîpa T û Girê Şehîd Simko kirin..

Back to top button