Kongra Star: Li pêş çavê Rûsya û Amerîka birîndarên şerê DAIŞ’ê hatin bombebarankirin

Kongra Star êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê wek hewldana zindîkirina DAIŞ`ê bi nav kir.
Konra Star bang li NY`yê kir ku komîteyeke lêpirsînê ava bike da ku derbarê sûcên dewleta Tirk yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê de lêkolînê bike.

Koordînasyona Kongra Star têkildarî êrişên dawîn ên dewela Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê daxuyaniyek da.

Kongrê di daxuyaniyê de diyar kir ku di dema dawiyê de dewleta Tirk êrişekên hovane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê pêk tîne, sivîl, hêzên leşkerî û heta nexweşxaneyan dike hedef.

Kongra da zanîn tevî ku dewleta Tirk endama NATO`yê ye lê Amerîka û Rûsya ku li herêmê ne, bê deng in û got:

Em bêdengiya Rûsya, Amerîka û rêxistinên mafên mirovan şermezar dikin, ev êrişên dewleta Tirk dê bibin çirûska vejandina DAIŞ`ê piştî ku bi saya fedakariyên ciwanên herêmê tune bû.

Koordînasyona Kongra Star di dawiyê de bang li şêniyan kir ku bi siyasetên înkarkirinê yên dewleta Tirk neyên xapandin.

Kongra Star: Têkildarî sûcên dewleta Tirk banga avakirina komîteyeke lêpirsînê kir

Navenda Têkilî û Peymanên Demokratîk a Kongra Star têkildarî sûcên dewleta Tirk peyamek ji sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) re Antonio Guterres,endamên Komîteya Mafên Mirovan a NY`yê û endamên Meclisa Ewlehiyê re şand.

Navendê di peyama xwe de ev xwestek bi rêz kirin:

  • Êrişên hovane û şer were sekinandin û li tevahî Sûriyê agirbest were ragihand.
  • Qedexeya firîna balafiran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were ferzkirin
  • Komîteyeke lêpirsînê were avakirin û ji bo lêkolîna sûcên ku dewleta Tirk û komên çekdar pêk tîne, lêpirsînê bike.
  • Zextê li dewleta Tirk bike ku dagirkirin û destwerdana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike.
  • Koçber bi misogeriya navneteweyî li warê xwe vegerin.
Back to top button