Meclisên Jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê dan zanîn êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmê û kuştina sivîlan sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
Li Reqayê ji bi sedan kes li dijî êrişan daketin qadan.
Çalakî û nerazîbûnên xelkên herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.
Meclisên jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan ên Qamişlo, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Dêrikê bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kiryar û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dijî mirovahiyê û wiha hate gotin:
“Divê em li hemberî van kiryarên kirêt ên hikumeta Erdogan bisekinin û gel bi rêxistin bikin.”
Meclisê bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî van sûcên dewleta Tirk bê deng nemînin.
Şêniyên Reqayê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê jî bi heman armancê meşeke bi tevlibûna bi sedan kes li dar xist.
Piştî ku meş veguherî mitîngê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Îsmaîl axivî û got:
“Eger ne ji şehîdan bûya, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji DAIŞ’ê rizgar nedibûn”.
Bi navê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, şaredarê Keramê Feysel El-Bêrem jî axivî û êrişên dagirkeriya Tirk û bêdengiya navnetewyî şermezar kir û got,
“Êrişên dawîn li dijî Şengal ku li pêşiya artêşa Iraqê pêk hatin nîşan dide ku qirkirineke bi zanabûn li dijî gelê me tê kirin.”
Feysel El-Bêrem bang li civaka navnetewyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku helwesteke cidî li hember dagirkeriya Tirk nîşan bidin.