Cenazeyê fermandar Sosin Bîrhat li Şehba ji aliyê hezaran kesî ve hat oxir kirin

Îro cenazeyê fermandar Sosin Bîrhat ji aliyê hezeran şêniyên Heleb, Şehbayê û koçberên Efrînê ve hat pêşwazî kirin.

Saetên ber êvarê cenazeyê fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat ji aliyê hezaran kesî ve li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hat pêşwazîkirin.

Şêniyan cenaze ji Çerxerêya Şehîd Destîna ya taxa Şêxmeqsûd ve bir, da ku li Şehbayê were oxirkirin.

Li Şehba, li ser xwesteka şehîd Sosin şêniyan bi dahol û zirneyan, karwanê cenazeyê şehîd Sosin pêşwazî kir.

Paşê karwan ber bi Nexweşxaneya Avrîn a bajarokê Fafînê ve rê ket û li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê oxir-kirin.

Fermandar Sosin Bîrhat, di encama topbarana dewleta Tirk a li ser navçeya Til Temirê de şehîd bûbû.

Back to top button