Koma Heft Welatn “G7” li ser geşedanên dawî dicive

Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku hemû aliyên peywendîdar lihevker in ku balafirgehek hebe, çalak û bi rêk û pêk bixebite.

Berdevkê Wezaretê Ned Price da xuyakirin ku di navbera Waşington, Talîban û hevbendan de lihevkirinek heye ku balafirgehek li Efxanistanê hebe û bi rêk û pêk kar bike.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab da zanîn ew ê hewl bidin krîza rûdayî çareser bikin.

Raab dibêje:

“Divê civaka navdewletî ji bo çareserkirina aloziya li Efxanistanê bigihêjin lihevkirinekê”.

Ukrayna: Balafira me tevî grûpekê hate revandin

Li aliyekî din, Wezareta Derve ya Ukraynayê ragihand ku balafira wan a ji bo derxistina Ukrayniyan gihaştibû Kabulê, hate revandin.

Wezaretê da zanîn ku hin kesên nenas balafir tevî grûpekê, revandiye Îranê.

Dibe îro Koma Heft Welatan “G7” bicive û li ser man û nemana hêzên navdewletî li Efxanistnê bo domandina rêkarên derxistinê nîqaş bike.

Back to top button