LI BAJAROKÊ PÊNDIRÊ YÊ KOBANÊ PIŞTÎ VEKIRINA NANPÊJGEHÊ, PIRSGIRÊKA NAN ÇARESER BÛ

Tevî ku 14 nanpêjgeh li navçe û gundewarê Kobanê hebûn lê ne li gor pêwistiyên şêniyan bû û pirsgirêka nan tim derdiket. Piştî ku nanpêjgeh li bajarokê Pêndir ê girêdayî Kobanê hate vekirin, ev pirsgirêka kêmasiya nan çareser bû.

Nanpêjgeha bajarokê Pêndir bi armanca peydakirina nan ji bo şêniyên ku gelek zehmetî ji aliyê kêmasiya nan ve de didîtin, hate avakirin.

Nanpêjgeh rojan e ji saet 04:00 heta 1’ê nîvro dixebite.

Di nanpêjgehê de 13 kes dixebitin, rojane 3 hezar rebtên nan çêdike.

Li ser vê mijarê berpirsyarê nanpêjgeha Pêndirê Mihemed Hec Wês got:

Berî ku nanpêjgeh were vekirin şêniyên Pêndir zehmetî dikişandin.

Gelek caran şêniyên bajarok bê nan diman, ji ber wê jî wan xwest çareseriyekê bibînin û xizmeta gelê xwe bikin.

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Kobanê 3 nanpêjgeh hene rojane derdora 28 hezar û 560 rebteyên nan çêdikin.

Leave a Reply

Back to top button