Jozêf Lehdo: QSD’ê cîhan ji terora DAIŞ’ê rizgar kir, civata navneteweyî hîn bê deng e

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser Jozêf Lehdo û Hevserokê Meclisa Gel a Til Temir Ciwan Mele Eyûb li dijî êrîşn dawî yên li ser herêmê bertek nîşan dan. Her duyan bang li civaka navneteweyî û hêzên garantor ên li herêmê kirin ku bi rola xwe rabin.

Zêdebûna êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê dema dawî, bûye cihê fikar û nerazîbûnan.

Ji rêbazên êrîşên wê jî, bikaranîna balafirên keşfê li dijî gelên herêmê.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser Jozêf Lehdo li dijî van êrîşan nerazîbûn nîşan da û berxwedana QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bibîr xist.

Lehdo destnîşan kir “QSD’ê cîhan tev ji terora DAIŞ’ê rizgar kir, tevî wê jî civaka navneteweyî li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng e.”

Jozêf Lehdo bang li dewletên garantor kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk bi erkên xwe rabin û êrişên li dijî herêmê ku jiyana sivîlan dixe metirsiyê, rawestînin.

Meclisa Til Temir: Armanca wan valakirina herêmê ye

Hevserokê Meclisa Gel a Til Temir Ciwan Mele Eyûb jî dibêje “Rojane Til Temir, Zirgan û gundên wê tên topbarankirin û sivîl tên armancgirtin û tevî wê jî hemû şêniyên Til Temir li ser kar û li malên xwe ne.”

Ciwan Mele Eyûb piştrast kir baweriya wan bi şervanên wan tê û bang li gel jî kir ku ji agahî û îdayên tên belavkirin, baldar bin.

Mistefa Hemo: Dagirker Dixwaze aloziya welatê xwe bi êrîşên li ser herêmê veşêre

Di heman mijarê de Endamê Meclisa Giştî ya PYD Mistefa Hemo jî diyar kir ku dagirker dixwaze aloziya welatê xwe ya hundirîn bi êrîşên li ser herêmê veşêre.

Mistefa Hemo dawiê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye kir ku li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bibin yek û asta têkoşînê bilind bikin.

Back to top button