Sûdiyê-Rûsiya..Her du dewletan peymana xurtkirina leşkerî îmze kir

Erebistana Siûdiyê bi armanca pêşxistina alîkariya leşkerî peymanek bi Rûsya re imze kir.

Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdiyê Emîr Xalid Kurê Selman bi aramnca tevlîbûna Forma Leşkerî ya navdewletî serdana Rûsiya kir.

Di serdanê de bi Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sêrgî Şoyxo re civiya û peymana pêşxistina hevkariya leşkerî û parastinê imze kir.

Emîr Xalid li ser hesabê xwe yê Twiterê peyamek bi par ve kir û diyar kir ku wî bi Wezîrê Parastinê yê Rûsiya re hevdîtin kiriye.

Xalid, beyî detayan zêde bi par ve bike da zanîn “Her du aliyan çawaniya pêşxistina alîkariyên leşkerî û parastinê, her wiha nerîna hevbeş a pêkanîna armamiyê li herêmê nîqaş kirine.”

Erebistana Siûdî ji hevkarên DYA ye û yek ji welatên herî zêde çekan jê dikire.

Back to top button