Aram Hena: Ji bo derbasbûna herêmê, çeteyan xaka Tirkiyê bi kar anî

“Baweriya me bi hêza QSD’ê heye ku planên dagirkirina herêmê têk bibin.” Aram Hena; Berdevkê QSD`ê wiha li dijî êrîşên li ser herêmê bertek nîşan da. Hena bang li hêzên navneteweyî yên li Sûriyê çalak in kir ku rol û erkên xwe li herêmê pêk bînin.

“Îro roj em bi hêza xwe QSD’ê bawer in ku proje û êrîşên li ser herêmê têk bibin.”

Aram Hena Berdevkê QSD’ê wiha bersiv û helwesta xwe ya li hember êrîşên heyî nîşan da.

Demek e êrîşên li ser herêmê bi giştî, gundên Til Temir û Zirganê jî di nav de, ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê ve dijwar bûne.

Berdevkê QSD`ê Aram Hena ji ajansa ANHA’yê re li dijî plan û êrîşên heyî nirxandin kir û piştgirî û destekdayîna Tikriyê ji çeteyan re bi bîr xist.

“Ji bo derbasbûna herêmên me; çeteyan xaka Tirkiyê bi kar anî.

Piştgiriya bijîşkî, lojistîkî û leşkerî yekser ji dewleta Tirk wergirtin.

Me ev yek bi awayekî eşkere dît û bi rêya lixwemikurhatinên gelek çeteyan hat belgekirin.”

Aram Hena: Tirkiye ji berê ve dijminê gelên herêmê ye

Hena îşaret bi dijminatiya dîrokî ya dewleta Tirk ji gelên herêmê re, taybet dijminatitya wê li hember projeya Rêveberiya Xweser jî kir.

“Dewleta Tirk ji berê ve û heta niha dijminekî dîrokî yê herêmê ye.

Her tim li hember kurdan şer dike, bi serê Suryan û Asûran de jî gelek komkujî pêk anîn.”

Aram Hena: Baweriya me bi hêza me heye ku projeyên dagirkirinê têk bibe

Aram Hena baweriya xwe bi hêzên QSD`ê di parastina herêmê de piştrast kir.

“Baweriya me bi hêzên me heye ku van projeyên mêtîngerî û dagirkirinê têk bibin.

Ji ber armanca wan projeyan derbkirina pêkhateyên herêmê ye, bi taybetî gelê Kurd, Suryan û Asur ku gelek azar ji terora Osmanî ya berê û heta niha dîtine.”

Berdevkê QSD`ê Aram Hena dawiya nirxandina xwe bang li civaka navneteweyî û hemû dewletên bi kar û barên Sûriyê ve mijûl in kir ku erkên xwe pêk bînin.

“Van sûcan bibînin û yekser şermezar bikin.

Gavên hîn baştir biavêjin da ku bikevin xizmeta gelê herêmê û xwestekên wan.

Nabe ku dagirkeriya Tirk sûcên xwe digel bêdengiya navneteweyî berdewam bike.”

Back to top button