Duran Kalkan: Daxuyaniya Beşar El-Esed a dawî girîng e

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Duran Kalkan, daxuyaniya dawî ya serokê rêveberiya Şamê Beşar Esed bi ya girîng pênase kir. Duran Kalkan dibêje “Çareseriya ku xwe bispêre rêveberiyên xweser, hem wê yekîtiyê biparêze, hem jî wê Sûriyê ji aloziya heyî rizgar bike.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan doh beşdarî bernameya taybet a televizyona Medya Haberê bû..

Kalkan di beşeke axaftina xwe de daxuyaniya dawî ya serokê rêveberiya Şamê Beşar Esed wiha şîrove kir:

Daxuyaniya Beşar girîng û bi wate bû. Ji xwe Sûrî dema pêşî hate avakirin ji rêveberiyên herêman pêk dihat.

Avakirina rêveberiyeke navendî ji aliyê cografî û civakî nepêkan bû. Cihêrengî gelekî zêde ye.

Duran Kalkan: Rêveberiya herêmî wê bibe misogeriya yekîtiya Sûriyê

Mirov dikare vê bêje; ferzkirina rêveberiya navendî Sûrî xiste nava şerekî giran.

Di nava 10 salên dawî de eşkere bû ku rêveberiyeke ne navendî a herêmî wê yekîtiya Sûrî misoger bike.

Duran Kalkan sedemên girîniya rêveberiyên xwecihî jî wiha nirxandin:

Eger rêveberiya navendî ji holê were rakirin, wê demê her kes dikare xwe bi rengekî azad îfade bike, xwe bi rê ve bibe. Wê ji parastina xaka her kesî xwe berpirsiyar bibîne.

Li erdnîgariya Sûrî gelek komên olî, netewî û etnîkî hene. Bi taybetî Kurd û civakên ji gelên cuda hene.

Tişta îro ji desthilata Şamê tê xwestin ew e ku van hemûyan dinirxîne. Çareseriyeke din ne pêkan e. Divê êdî dereng nemîne. Niha şer gihîştiye astekê, lewma divê mirov çareseriyê peyda bike.

Naxwe eger dem di ser re derbas bibe wê firsendên çareseriyê jî ji holê rabin.

Ji bo vê çendê li hemberî hewldanên têne kirin a girîng ew e ku gelên li herêmê jî parastina xweseriya xwe bikin.

Back to top button