Gundên Zirganê bi dijwarî tên topbarankirin

Berî çend kêliyan li ser gundên Zirganê, êrîşên dijwar ji aliyê dagirkeran ve pêk hatin.

Nûçegihanê me ji derdora gundên Zirganê ragihand Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Eboş, Bab El-Xêr, Ribêat, Xirbet Şeyîr, Til Elwerid û Niwêhat yên Zirganê bi awayekî dijwarî topbaran dikin.

Di çarçoveya mafê parastina rewa de, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî bersivê didin.

Dewleta Tirk gundê Yalinlî topbaran kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand “Dewleta Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li Şêx Nasir saet 06:30`an gundê Yalinlî yê li bakurê rojavayê Minbicê topbaran kir.”

Meclisê eşkere kir topbaranê heta 07:30`an berdewam kir; 4 top li gund ketin û zirar li milkên sivîlan bû.

Artêşa dagirker gundên Şera û Şêrawa topbaran kirin

Şevê din derdora saet 2:00`an jî artêşa Tirk gundên Elqemiyê, Şewarxa û keleha wê topbaran kirin.

Gundên Meyasê û Qenterê yên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî jî hatin armanckirin.

Back to top button