Dagirkeriyê gundekî herêma Pêncwênê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker rojane li Başûrê Kurdistan cih û warên sivîlan dike armanc. Vê carê gundên herêma Pêncwên ku tije sivîl bombebaran kir û ziyaneke mezin gihand bax û baxçeyên welatiyan. Her wiha wezareta parastina artêşa dagirker jî bi xwe ragihand wan bi zêdeyî 20 balafirên şer li herêma Asosê êrîş pêk anîne.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker vê carê gûndewarên herêma penwên ya başûrê Kurdistan kir armanc.

Wekî ku di dimenan de jî xuya dibe di nav rojê de şêniyên ku di nav zeviyên xwe de kardikin dike armanc.

Li hemberê êrîşên dewleta Tirk şêniyên herêmê bi hêrsin, nelet li dewleta tirk anîn û gotin:

Di encam bombebarana şer yên dewleta Tirk a dagirker de ziyanek mezin li bax û baxçeyên cotkarên herêmê bû.

Her wiha wezareta dewleta Tirk a dagirker jî bi daxuyaniyeke ragihand ku wan vê sibê li dijî herêma Asos êrîşeke berfireh bi zêdeyî 20 balafirên şer pêk anîne.

28 baregehên PKK kirine aramanc.

Lê qeymaqamê Pencwîn Zana Rahman daxuyaniya Tirkiyê derewand diyar kir ku cihê ku dewleta Tirk bombebaran kir gundê Xnuyana, Omeresan, Binawyan, Kanî Mîran, Wîryawa, Saliyawa ve Kizilcone ku tije sivîl li van gundan jiyan dikin.

Balkêşe heta niha derbarê armancgirtina sivîlan heta niha ne rayedarên Başûr ne jî yên Iraqê ti daxuyaniyek nedane.

Back to top button