Balafirên Îsraîlî şevê din li ser avêtina nepoxên şewitîner ên Filistîniyan, hin baregehên Hemasê yên li Xezayê bombebaran kirin.
Li gor agahiyan, balafiran li hin baregehên li Xeza û Xan Yûnisê bombebaran kir, Filistîniyan jî bi çekên giran bersiv da êrîşan.
Di encama bombebaranê de gelek ziyanên madî çêbûne.
Li aliyekî din, li bajarê Nabilsê, di navbera komeke ciwanan û artêşa Îsraîlî de pevçûn derket.
Di encama pevçûnê de, ciwanek bi guleyekê hêzên Îsraîlê hat kuştin.