Şaneyên veşartî li kampa Holê 2 zarok revandin

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku li kampa Holê, 2 zarokên jêrî 5 salî ji aliyê kesên cilên leşkerî ku weke hêzên wan li xwe kirine hatin revandin.

Tevgera şaneyên veşartî li Kampa Holê zêde bûye.

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 zarok ji aliyê şaneyên veşartî ve hatine revandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şaneyên veşartî di kiryar û sûcên xwe de cilên leşkerî yên hêzên wan li xwe dikin û wiha domad:

Şaneyên veşartî yên li kampê, li ser dîzî, xapandina bi bihaneya ku bi hêzên me girêdayî ne, têkbirina aramî û belavkirina tevliheviyê dixebitin.

Ji bilî revandina zarokên kampê.

Herî dawî şaneyan, 2 keçên ku navên wan:

Ruqeya Mihemed Mihemed 4 salî , Semer Mihemed Mihemed 3 salî revandin.

Ev zarok sêwî ne, bê dê û bav in.

Hêzên Asayêşê herî dawî teqez kir ku ew liv û tevgera van şaneyan dişopîne û dê di zûtirîn dem de wan bigre û radestî edaletê bike.

Back to top button