Duran Kalkan: Eger dijmin careke li te bide, tu 2 caran lê bide

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kalkan diyar kir dagirkeriyên Kurdistanê ji bilî mirinê tiştekî din ji Kurdan re rewa nabînin..
Kalkan li hemberî vê siyaseta tinekirin ev bang kir:
“Êdî lazime sînorek were diyarkirin. Eger dijmin carekê li me bixe, divê em du caran lê bixin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû û mijarê di rojeva Kurdistan û herêmê de nirxandin..

Kalkan pêşî Pêngava bi navê “Dem dema azadiyê ye” wiha şîrove kir:

“Di qonaxa heyî de a mohra xwe li asta bilindkirina pêngavê daye, çalakiyên gerîla ne.

Ji Xakurkê heta Geverê û Şemzînanê, çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin.

Ji niha ve eşker ye ku di pêvajoya pêş de wê ji aliyê leşkerî ve pêngavên bi bandor destpê bikin.

Di vê qonaxê de, gerîlayên xwedî ewqas ezmûn, heta niha hemû zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakirin.

Êdî bûn xwedî hêza têkbirina faşîzmê.”

Duran Kalkan tevgera hêzên girêdayî PDK’ê li qadên gerîlla jî, weke astengiya li pêşiya şerê li dijî dagirkeriya Tirk binav kir.

Duran Kalkan: PKK wê her dem piştevaniya gelê Êzidî bike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê êrişên dewleta Tirk, yên li ser Şengalê jî weke tevgerên hovane binav kirin û wiha got:

“Li pêş çavên cîhanê bi awayekî hovane nexweşxaneya Şengalê dan.

Beriya wê jî pêşengê civaka Êzdî Seîd Hesen şehîd kirin.

Kesekî bi vî rengî, bêguman bi zanebûn û plan hate şehîdkirin.

Seîd Hesen jî mîna Mam Zekî bû şehîdê 15’ê Tebaxê.

Me her tim ev tişt got; PKK û Kurd hemû, her dem bi Êzdiyan re ne.”

Kalkan careke din bi bîr xist ku, yekane rêya parastina destketî û îradeya azad, naskirina xweseriya demokratîk ya Şengalê ye û wiha dewam kir:

`Eger Şengal li ser hîmê xweseriyê neyê naskirin wê demê metirsî heye ku, komkujî û ferman dubare bibin.

Hin derdoran digotin, pêwîstî bi xweseriyê tine ye. Baş e xwediyê vê fikrê, vê gavê li ku ne?

Gelo dewletek bi navê Iraqê maye? Li Bexdayê rêveberiyek heye? Eger hebe, li ku ne?

Dema ku balafirên Tirk li nexweşxaneyê xistin, dema ku fermandar û dîplomatê civaka Êzidî li naverastê şehîd kirin, li ku bûn?

Civaka Êzdî wê hîn ji çi yê van bawer bike? Naxwazim bêjim filan kesî ev tişt kir, bêvan kesî ev tişt kir. Ya muhîm ew e ku, em ê çi bikin? Mesele ev e.

Di rewşeke wiha tişta herî girîng ew e ku, ji bo bîranîna Mam Zekî û Seîd Hesen, divê em asta têkoşînê bilind bikin.

Back to top button