Mûrad Karayilan: Divê li dijî pergala êşkencê ya Îmraliyê têkoşîn bê mezinkirin

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan têkilarî tecrîda giran ya li ser Rêber Apo got, divê têkoşîna li dijî pergala Êşkencê ya Îmraliyê bê mezin kirin.
Karayilan got, “Têkoşîna li dijî tecrîda Imralî û daxwaza azadkirina Rêber Apo daxwazkirina azadiya gelan û demokratîkbûna Tirkiyê ye.”

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan têkildarî tecrîda li ser Rêber Ap ya ku her diçe giran dibe û têkoşîna ku ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin ku Radyoya Dengê Welat re axivî.

Karayilan da zanîn li ser gelê Kurd û gelên Tirkiyê siyaseta şerê taybet tê meşandin û da zanîn dewleta Tirk dixwaze qirkirinê li ser gelê Kurd ferz bike.

Karayilan anî ziman rastiya vê rewşê dikare herî zêde bi pergala êşkenceyê ya Îmraliyê bê ravekirin û wiha got,

“Pergala Îmraliyê ne tecrîdeke jirêzê ye. Pergala Îmraliyê pergala şerê psikolojik ya qirkirinê ye.
Pergala li Îmraliyê gav bi gav li hemû Kurdistan û Tirkiyê tê belavkirin. Di vir de ne hiqûqa Tirkiyê û ne jî ya gerdûnî tune ye. Ti pîvan û exlaq tune ye.”

Karayilan destnîşan kir heta ku tecrîd bê dewam kirin li Tirkiyê demokrasî pêş nakeve û aramî pêk nayê.

Karayilan anî ziman çi kesên ku dixwazin li Tirkiyê demokrasî, mafên mirovan û hiqûq pêk were divê li ber pergala Îmraliyê rabin û wiha dewam kir,

“Ger pergala Imraliyê neyê parçekirin û ji holê neyê rakirin demokrasi û aramî nayê Tirkiyê. Ji ber ku ev pergal dijminê Kurdan e, pergala şerê taybet e û qirkirin daye ber xwe.”

Mûrad Karayilan balkişande li ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk ku li dijî tecrîdê dewam dikin û wiha bi dawî kir,

“Berxwedana wan hêja ye û ez silav dikim. Ger em dixwazin pêşî li siyaseta qirker û faşîst a Tirk bigirin divê em li dijî Pergal Êşkenceyê ya Imraliyê têbikoşin. Li welat li derveyî welat gelê me, li dijî vê pergalê divê bi rêbazên cuda têkoşînê geş bikin. Ji ber ku têkoşîna li dijî tecrîda Îmralî û daxwaza azadkirina Rêber Apo daxwaza azadbûna gelan û demokratîkbûna Tirkiyê ye.”

Back to top button