Dewleta Tirk daristanên Kurdistanê dişewitîne

Dewleta Tirk dijminê sondxwarî yê gelê Kurd û gelan e.
Ne tenê qirkirina Kurdan kiriye armanc, di heman demê de xwezaya Kurdistanê jî qir dike.
Ya rastî, çi tişta li ser navê Kurdan hebe êrişê dibe ser.
Nûçegihana ANF’ê dîmenê vê talanê girt.
Li xeta Qeşûrayê ya Başûrê Kurdistanê çeteyên dewleta Tirk hem daristanê dişewitînin, hem jî daran dibirrin.

Dewleta Tirk a înkarker û qirker, piştî ku 23’ê Nîsanê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişê kir, li çiyayên Metîna, Zap, Heftenîn û Zagrosê ji bo qereqolan û rê çêke, bi hezaran dar birî.

Di heman demê de bi taybetî li Bêgova, Derkarî ya Zaxo û Berwariyê, gelek gundan ji ber bombardûmana dewleta Tirk zirar dîtin û nexasim jî li herêmên Metîna û Heftenînê gelek gund hatin valakirin.

Ev dagirkeriya dewleta Tirk hê jî didome û hewl dide li Başûr bi awayekî mayînde bimîne.

Dewleta Tirk li xeta Qeşûra ango Zendûra, Derarê û Koordînê hewl dide leşkerên xwe yên dagirker mayinde bike û ji bo vê jî rojane gundên derdorê, Kestê, Hirorê, Deşîşê, Seraro, Edînê û Koordîne bombardiman dike, daristanên derdorê dişewitîne.

Çawa ku hûn jî dibînin, nûçegihana ANF’ê Têkoşîn Axîn ev talan û qirkirin bi dîmen bi belge kiriye.

Çeteyên dewleta Tirk hem daristanê dişewitînin, hem jî daran dibirrin.

Çete darên dibirin jî li bazarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê difiroşin.

Bi vî awayî jî dewleta Tirk a dagirker ewlehiya li herêmê têk dibe, nahêle mirov debara xwe bikin û dike ku xelk cih û warê xwe biterikînin.

Back to top button