Mûrad Karayilan: Wê xwîna şehîdên Kurdistanê li erdê nemîne

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê û şehîdbûna yek ji fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen de got, “Êrişeke terorîst e . Wê hesabê vê were pirsîn. Xwîna şehîdên Kurdistanê li erdê namîne.”
Karayilan bang li gelê Kurd û gelên herêmê kir ku li dijî êrîşan rêxistiniya xwe xurt bikin û sîxûrên nav xwe paqij bikin.

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê de ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Karayilan destpêkê yek ji Fermandarên YBŞ’ê de Seîd Hesen ku di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bû bibîranî û da zanîn ewê PKK piştgiriya bi civaka Êzidî re bidomîne.

Karayilan êrişa li dijî Seîd Hesen weke êrişeke nemerdane bi nav kir û wiha got,

“Seîd Hesen bi ked û hewldaneke mezin pêşengiya gelê xwe dikir û li dijî neheqiyê têdikoşiya. Li dijî fermana 2014’an bi roleke gelek mezin rabû. Şehîdbûna heval Seîd ji bo gelê Kurd û Êzîdiyan windahiyeke girîng e.”

Karayilan derbarê êrişa li ser nexweşxaneya Sikêniyê de jî ku di encamê de 8 kes şehîdbûn got,

Êrîşa li ser nexweşanê, binpêkirina qanûnên navnetewî ne û sûc e. Xwîna şehîdên Kurdistanê li erdê namîne.

Karayilan da zanîn armanca êrişên li ser Şengalê ew e ku pêşeng û fermandarên gelê Êzîdî tasfiye bikin û pergala beriya sala 2014’an li civaka Êzîdî ferz bikin û bikin kole.

Mûrad Karayilan derbarê hin derdorên Kurd û Êzidî ku dibêjin PKK li Şengalê ye lewra jî dewleta Tirk êriş dike wiha got,

“Ev derewa mêtingeriya Tirk e. Bila ew biçin li Şengalê binerin, çiyê me PKK’ê û HPG’ê li wir heye?
Ji bo ku gelê Êzidî bikin hedef dijmin ev derew li hev aniye. Li wir zarokên Êzîdiyan şehîd dikin. 10 kesên ku li wir şehîd bûn ma ne zarokên wir in? Ne welatiyên Iraqê ne? Seîd Hesen mala wî heye, eşîra wî bi sedan sal in li wir e.”

Mûrad Karayilan anî ziman gelê Şengalê li ser fikrên Rêber Apo dixwaze azad û xweser bijîn û xwe birêvebibin û anî ziman dewleta Tirk hemû Kurdên xwedî statu yan jî Kurdên ku dixwazin statuyekê bi dest bixin, dike hedef.

Karayilan bal kişande li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûr û Rojava jî wiha got,

“Dewleta Tirk a niha êrişên xwe yên terorê ne bi tenê li ser Şengalê dike. Her roj li Başûrê Kurdistanê jî gundiyan dikuje. Li Rojava û Til Temir 4 endamên meclîsê şehîd kirin. Li Zirganê jinek û zarokê wê kuştin. Dewleta Tirk terorê dike. Xwe dispêrin DYE, Rûsya û Ewropayê û wisa van êrişan dikin.”

Endamê Komîteya Rêvebera a PKK’ê Mûrad Karayilan di dawiyê de bang li gelê Kurd û gelên herêmê kir, ku li dijî êrişan rêxistiniya xwe xurt bikin û sîxurên di nav xwe de paqij bikin.

Back to top button