Parlementerên Iraqê û Başûr: Divê hikûmeta Iraq û PDK li dijî êrişan bêdeng nemînin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker carek din navçeyên Şarbajêr û Pênciwên yên Silêmaniyê bombebaran kirin.
Derbarê êrişan, Parlementerên Iraqê û başûr gotin, divê hikûmeta Iraqê û PDK li dijî êrişên Tirkiyê bêdeng nemînin.
Welatiyan jî gotin armanca êrişan tirsandina gelê herêmê ye.

Her roj balefirên Tirk gundên başûrê kurdistanê bi dijwarî bombebaran dikin û ziyanek mezin dighîne mal û milkên welatiyan.

Her çiqas hikûmeta Iraqê û PDK’ê li beramberî van êrişan bêdengin jî, lê parlementerên Iraqê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk nerazîne.

Parlementerên Iraqê dan zanîn ku divê hikûmeta Iraqê ji bo pêşîlêgirtina êrişên Tirkiyê bikeve tevgerê û helwestê nîşan bide.

Parlementerên Iraqê: Divê hikûmeta Iraqê li dijî êrişên Tirkiyê bêdeng nemîne

Endamê Komisyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Ebdulxaliq El-Ezawî got,

“Bêdengiya hikûmeta Iraqê li beramberî êrişan, pêşî li dubarebûna êrişên li ser sivîlan vedike.

Pêwîste Hikûmeta Iraqê li ser asta navnetewî hewil bide pêşî li van êrişên dewleta Tirk bigre.”

El-Ezawî da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze xewna xwe ya Osmanî bi teror, kuştin û koçberkirnê pêk bîne û got:.

Endamên Komisyona Ewlehî û Parastinê wê zextê li ser Mistefa Kazimî, wezareta karên derve bikin da ku pêşî li van êrişan bigrin.

Parlementerê Iraqê Mihemed Elbeldawî jî derbarê êrîşan got, divê hikûmeta Iraqê, hemû hêzên biyanî yên li nava xaka Iraqê derxe.

Şêrîn Emîn ji ber bombebaranê banga civîneke lezgîn kir

Parlamentera Parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê Şîrîn Emîn jî li ser malpera xwe ya facebookê derbarê êrişan de peyamek belavkir û got;

“Bi çi hêcetê be, nabe Herêma başûrê Kurdistanê were bombebaran kirin.

Bêdengiya Hikumeta Herêmê ya hemberî bombebaranê, tê wateya pejirandinê.”

Şîrîn Emîn bang li serokatiya parlamentoyê kir da ku kom bibe û derbarê êrişan de civînek lezgîn li darbixe.

Welatiyên Pêncwên: Êriş bi armanca tirsandina gelê herêmê pêk tên

Derbarê êrişa ser navçeya Pênciwên û Şarbajêr, welatiyên Pêncwên nerazîbûn nîşan dan.

Zanko Xefur û Serbest Hisên dan zanîn ku ev êriş di encama lihevkirina hizbên desthilatdar ên Herêmê û dewleta Tirk de pêk hatine û gotin:

Cihê hatine bombebaran kirin, cihê sivîlan e, armanca van êrişan tenê tirsandina gelê herêmê ye.

Qeymeqamê Pênciwên Zana Ebdulrehman jî bang li Hikûmeta Herêmê kir ku li dijî van êrişan helwest nîşan bide.

Back to top button