Nadirov bi temenê 89 salî li bajarê Almata yê Kazaxistanê koça xwe ya dawî kir

Zanyarê Kurd ê navdar Nadir Nadirov, ku ji rûspiyên civaka Kurd a li Kazakistanê ye, îro koça xwe ya dawî kir.

Zanyarê Kurd, Rewşenbîr, akademîsyen û profesor Nadir nadirov îro bi temenê 89 salî; li bajarê Almata yê Kazaxistanê koça xwe ya dawî kir.

Nadir nadirov bi vedîtinên xwe yên li ser petrokîmyayê li cîhanê navdar bû.

Nadir ji ber karên xwe yên li ser petrolê li Kazakistanê hêjayî xelata ‘Mareşalê zanistiyê’ hatibû dîtin.

Nadirov di endamtiya Konseya Akademiya Zanistiyê ya Navneteweyî, serokatiya Akademiya Endezyariya Kîmyayê ya Kazakistanê û Konseya Rêveber a Zanîngeha Endezyariyê ya Kazakistanê cihê xwe digirt.

Li ser petrol û kîmyayê gelek pirtûk, gotarên û vedîtinên zanistî çêkir.

Nadirov di sala 1932’an li herêma xweser a Nahçivan a Azerbaycanê weke kurê malbateke Kurd ji dayik bû.

Profesor Nadirov gelek caran li Sûriye û Lubnanê serdana Rêberê Abdullah Ocalan kiribû.

Nadirov ku tevlî karên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî bû, salên dûr û dirêj xizmet ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re kir.

Back to top button