Di operasyoneke Yekîneyên Antî Teror a QSD’ê ya li gundewarê Dêrazorê, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Navenda Ragihandinê û Çepemeniya ya QSD’ê ragihand ku li bajarokê Zîban ê Dêrazorê bi destekdayîna hêzên esîmanî ên Koalîsyona Navneteweyî oparisyonek li darxistin.
Di oparisyonê de 2 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Her wiha alav, belge û çekên bi herdu çeteyan re hatin desteserkirin.
Navendê da zanîn ku her du çete êrişên li ser sivîl, nuqteyên leşkerî û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li herêmê hêsan dikir.