Leşkerên Tirk 2 ciwanên Sûrî bi awayekî hovane êşkence kirin

Leşkerên Tirk 2 ciwanên Sûriyê yên ji Hemayê ji ber dixwestin sînor derbas bikin, bi awayekî hovane êşkence kirin. 

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê mirovan dîmenê her du ciwanan piştî êşkenceyê belav kir û tê de êşkence û hovîtiya leşkerên Tirk ku li dijî wan kiribû, diyar dibe.

Li gorî çavdêriyê her du ciwan birayê hev in, ji bajarokê Yermok a Başûrê Hemayê ne û şevê din dixwestin di gundê Îkde إكدة a li nêzî dergehê Bab El-Selame ya bakurê Helebê derbasî xaka Tirkiyê bibin.

Lê belê mîna gelek caran berî niha, leşkerên Tirk wan digirin û bi awayekî hovane êşkence dikin.

Li gorî heman çavkaniyê ji destpêka aloziya Sûriyêm û heta niha jimara kesên li ser sînnor bi guleyên leşkerên Tirk hatine kuştin, 481 kes e ji wan 88 zarok in û 45 jin in.

Back to top button