Rûsya hêzên girêdayî opozîsyonê ji Deraa derxist û leşkerên xwe dewsa wan bi cih kir

Rûsya di encama li hevkirina di navbera hikûmeta şamê û opozîsyonê de komek çekdarên Dera El-Beled ku li dijî lihevkirinê derketin li dera derxist û hêzên girêdayî xwe li devera navborî bi cih kir.

Çavdêriyên herêmî ragîhandin ku çekdarên herêmî yên girêdayî Rûsiya ku navê Feyleqa 5 dewsa çekdarên opozîsyonê li Deraa bi cih bûn û Rûsya kesên ku li dijî lihevkirinê derketin li Dera derxistin.

Tê payîn ku piştî vê yekê wê dorpêça li ser Deraa were rakirin û çekadrên girêdayî Rûsiya li tevahî herêmê werin bicihkirin.

Li aliyê din jî çavêdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan ragîhand ku duh ji ber topbaranê welatiyekî sivîl jiyana xwe ji destda û hejmarek kes birîndar bûn.

Di heman dema besa lihevkirinê tê kirin, hikûmeta Şamê hêzên teqwiye li derdora Dera zêde kir.

Çavdêriyê dazanîn ku şêniyên Dera li dijî nexşeriya bi serkêşiya Rûsiya hate danîn derketin û diyardikin ku ev lihevkirin berjewendiyên gel naparêze û tenê di xizmeta hêzên hikûmeta Şamê de ye.

Back to top button