Iraq..Kazimî: Hilbijartin wê di dema diyarkirî de pêk were

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna Desteya Wezîran de ragihand ” Hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê wê di dema xwe de pêk were.” 

Berdevkê Desteya Wezîrên Iraqê Hesen Nazim eşkere kir ” Di civîna duh a ya Desteya Wezîran de Kazinî gotiye ew ê bi tu awayî dest ji pêkanîna hilbijartinê bernedin û hilbijartin wê di dema xwe de pêk were.”

Heta niha Tevgera Sedir jî di nav de gelek hêzan xwe ji hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê ku 10’ê Cotmehê wê pêk were vekişandine.

Back to top button